PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Qeterê ji bo hemû leşker û dîlên Îsraîlî serbest bên berdan û li beraber vê yekê ji Tel Avîvê jî tê xwestin ku dîlên ji 'kuştina Îsraîliyan' ceza wergirtine yên Filistînî jî bên berdan û 'Agirbesta demdirêj' bê îmzekirin, hevdîtin tên kirin.
Li gor nûçeya Teleziyona dewleta Israîlê KANê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şeyh Muhammed bin Abd3urrahman Al Sanî, bi Serokê Istîxbarata Derve ya Îsraîlê Mosadê Davîd Barnea, Dîrktorê Navendî yê Teşkîlta Istîxbarata Amerikayê (CIA) J. Burns û Serokê Istîxbarata Misisrê Abbas Kamîl re li Doha ya paytextê Qeterê ji bo bihevguhartina dîlan û agirbesteke nû hevdîtinan dikin.
Di nûçeyê de hatiye diyar kirin ku di hevdîtinan de ji bo "agirbesteke demdirêj" hatiye lihev kirin û li ser li beramber ku hemû dîlên mêr û leşker ên li Xezzeyê ne bên berdan, Îsraîl jî dîlên ku ji ber 'kuştina Israîlîyan' ceza xwarine jî di nav de hemû dîlên Filsitînî berde tê guftûgokirin.
Li gor heman nûçeyê, Serokê Mosadê Barnea di derheqê hevdîtinan de agahî daye Serokwezîrê Îsraîlê Benhjamîn Netenyahû ku Hamas ji bo peymaneke bi vî rengî amadeyiya xwe ragihandiye.
Lê Îsraîl heta niha vê pêşniyar ango peymanê qebûl nekiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin