Li Îtalyayê hunermend û rojnamevana Kurd Zehra Dogan xelata ‘Artissima’ sitend

Li Îtalyayê hunermend û rojnamevana Kurd Zehra Dogan xelata ‘Artissima’ sitend

PeyamaKurd - Li Îtalyayê hunermend û rojnamevana Kurd Zehra Dogan, xelata ‘Artissima’ ya taybet a bo jinan sitend.

Li gor nûçeya malpera Artemagazin a Îtalî, di encama lêkolînek hûr de Xelata Artissima ya ji aliyê Weqfa Sardi per l'Arte tê piştevanîkirin, dan hunermend û rojnamevana Kurd Zehra Dogan.

Xelata Artissima ji sala 2014an ve li ser navê hunermenda Îtalyan Carol Rama bo jinên di warê hunerê de afîrener û azadîxwaz tê dayîn.

Zehra Dogan 1989an de li bajarê Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û Beşa Hunerên Ciwan li Zanîngeha Dîcleyê xwendiye.

Di dema qedexe û şerê li Nisêbîna Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, bi tometa ku “wêneyên xêz kirine li torên civakî belav kirine û nivîsên zarokekî 10 salî wek nûçe belav kiriye” doz hatibû vekirin.

Zehra Dogan 23ê Tîrmeha 2016an li Mêrdînê hat desteserkirin û 9ê Berfanbara heman salê di yekem rûniştina dadgehê de ji tometa “endamtiya rêxistinê” xilas bû û bi mercê dadgehîkirina bi tometa “propagandaya rêxistinê” hat azadkirin, lê piştî demekê li ser vê tometê dadgehê biryara 33 meh cezayê zindanê li Dogan birî.

Ew hunermenda Kurd ku 24ê Cotmeha 2018an ji zindana Amedê bo girtîgeha Tarsûsê hat şandin, 24ê Sibata 2019an hat azadkirin.

Zehra Dogan niha xebatên xwe yên hunerî li Îtalyayê bi rê ve dibe û berhemên wê yên ku li Muzexaneya Santa Giulia Beach tên pêşkêşkirin, rastî eleqeyeke mezin tên.

Berhemên Zehra Dogan li gelek pêşangehên navdewletî hatine pêşkêşkirin, hêjayî gelek xelatên navdewletî hatiye ku Xelata Azadiya Raderbirînê di 2019an de, Xelata Wêrekiyê li Lubnanê, Xelata Roberto Scialabba li Îtalyayê beşek ji wan in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin