PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Yûnanistanê Ioannis Oikonomou, bersiv da daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku gotiye, ‘Yûnan hîn jî dixure û dixurîne’.
Çavuşoglu îro 12ê Îlonê li herêma Egeyê li ser îdiayên tacîzê yên Yûnanistanê li giravan gotibû: “Yûnan hîn jî dixure û dixurîne. Nebin alavê hinekên din.”
Berdevkê Hikûmeta Yûnanistanê bersiva Çavuşoglu da û got ku Tirkiye li ser derewan hewl dide rastiyekê ji xwe re ava bike û destnîşan kir: “Hikûmeta Yûnanistanê, li her cihê ku pêwîst bike, bersiva guncaw dide.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, rayedarên Tirk berî niha ragihandibûn ku Yûnanistanê di meha Tebaxê de bi moşekên S-300 kilît avêtiye ser balafirên Tirk ên di firîna perwerdeyê de bûn. Herwiha hatibû diyarkirin ku polîsên peravê yên Yûnan keştiyeke Tirk jî gulebaran kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin