Îbrahîm Reîsî, dest bi gera xwe ya Afrîkayê kir

Îbrahîm Reîsî, dest bi gera xwe ya Afrîkayê kir

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokomariya Îranê ve hat dayîn, gera dîplomatîk a Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ya Afrîkayê dest pê kir.

Hat ragihandin ku Îbrahîm Reîsî di çarçoveya serdana xwe ya 3 rojan a Afrîkayê de gihîşt paytexta Kenyayê ya Nairobiyayê ye.

Di daxuyaniya Serokomariya Îranê ya di derbarê vê serdanê de hat destnîşankirin ku di rojeva rêberên herdu welatan de "nirxandina têkiliyên aborî" yên di navbera Îran û Kenyayê heye.

Serokê Kenyayê William Samoei Ruto û Reîsî, îro civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist û di navbera wezîrên karen derve yên herdu welatan de peymanên dualî hatin destnîşankirin.

Tê payîn ku Reîsî piştî Kenyayê biçe Uganda û Zimbabweyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin