PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 24ê Tebaxê li Hewlêrê bi Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Irvin Hicks re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî di civînê de diyar kir, Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina di erka wî ya nû de piştgiriya tam dide konsulê Amerîkayê yê nû ku 18ê Tebaxa 2022yan li şûna Robert Palladino dest bi kar kiriye.
Konsulê nû yê Amerîkayê Irvin Hicks di civînê de daye xuyakirin ku wê Amerîka di pêşxistina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê de berdewam be.
Nêçîrvan Barzanî derbarê krîza siyasî ya Iraqê de diyar kir ku çareseriya rewşa Iraqê tenê bi gotûbêj û hevdûtêgihiştina li ser bingeha destûrê tê kirin, herwiha behsa rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û girîngiya yekrêziya di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de kir.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a hevdîtinê de got, derfet li pêşiya Amerîkayê heye ku di gelek waran de alîakriya Iraqê û Herêma Kurdistanê bike, bi taybet jî di warê veberhênanê û sektora taybet de.
Herwiha di civînê de, şerê dijî terorê û metirsiyên DAIŞê, girîngiya pêşxistina demokrasiyê û parastina mafên mirovan û azadiyan û azadiya raderbirînê li Herêma Kurdistanê, rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din jî hatin axaftin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin