Soylu bo xelkê Sirnexê: Bi Kurdî û Kurdbûna xwe serbilind bin!

Soylu bo xelkê Sirnexê: Bi Kurdî û Kurdbûna xwe serbilind bin!

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, beşdarî Duyemîn Festîvala Cûdî ya li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê hat lidarxistin bû û axaftinek kir.

Soylu di axaftina xwe ya wekî propagandaya hilbijartinê de ku hilbijartinên 2023yan nêz dibin de ji bo xelkê Şirnexê got: "Bi zimanê xwe, Kurdbûna xwe û misilmantiya xwe serbilind bin. Ev şaristaniyeke mezin e pê serbilind bin.”

Soylu behsa xutbeya xatirxwestinê ya Pêxemberê Îslamê kir û diyar kir, "Zimanê me, rengê me, koka me ya nijadî, yek ji wan jî nikare me ji hev veqetîne. Tenê Xweda dikare bi teqwa û ebdîtiya me, me rizgar bike.”

Wezîrê Tirk herwiha got, berpirsiyariya wan e ku aramiyê bibin Diyarbekir, Çiyayê Agirî, Tendurekê, Xakukê, Avaşîn Basyanê û heta Şam û Tehran, Bexdayê, Yemenê, Libyayê, Balkanan, Rojhilata Navîn û Qefqasan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin