PeyamaKurd – Wezîrê Afrîkaya Başûr Naledi Pandor da zanîn ku Misir, Etiyopya, Îran, Erebistana Siûdî û Îmaratê pejirand ku beşdarî BRICSê bibin.
Wezîrê Têkilî û Hevkariya Navneteweyî yê Afrîkaya Başûr Naledi Pandor di civîna çapemeniyê de têkildarî pêvajoyên endamtiya BRICSê agahî parve kirin.
Pandor bi bîr xist ku di lûtkeya ku di Tebaxa 2023an de li Johannesburga Komara Afrîkaya Başûr hat lidarxistin de 6 welat ji bo BRICSê hatin vexwendin û destnîşan kir ku Misir, Etiyopya, Îran, Erebîstana Siûdî û Îmarat tevlî bloka BRICSê bûne.
Pandor got, "Yek ji encamên herî girîng ên lûtkeya BRICSê ya ku me mazûvanî kir, biryara berfirehkirina yekîtiyê bû. Me destnîşan kir ku Misir, Etiyopya, Îran, Erebîstana Siûdî û Îmarat endamên tam ên BRICSê ne."
Li aliyê din Pandor agahî parve kir ku Arjantînê vexwendnameya ji bo yekîtiyê red kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin