Cîgirê wezîrê rewsenbiriyê di qezayê de mir

Cîgirê wezîrê rewsenbiriyê di qezayê de mir

PeyamaKurd- Cîgirê wezîrê rewşenbiriyê (çand û tûrîzmê) yê Tirkiyê Prof. Haluk Dursun li bajarê Wanê li navçeye Ercîşê qeza kir û di encamê de jinaya xwe ji dest da. Bi cîgirê wezîr re 3 kesên din jî hebûn û dema ji Adlcewaz û Xelatê diçûn Ercîşê, di rê de erebeya wan li ser miciran şemitî û qeza kirin. Her 4 birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneya Ercîşê lê Dursun jiyan xwe ji dest da.

Parêzgerê Wanê ragihand ku Dursun û her 3 hevalên wî yên pê re, bi ambûlansan birine nexweşxanê û bi sedema birîna wî xeddar bû, ji Wanê pisporê Niştergeriyê yê mêjî û hinek pirsporên din bi sedema alîkariyê şandine nexweşxaneya Ercîşê lê nikaribûne Dursun rizgar bikin. Tedawiya birîndarên din dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin