PeyamaKurd – Li Afganistanê li Kabîlê li taxa ku Hazarayên Şîa lê zêde dijîn, di alavekî rêwiyan de teqîn çêbû û di encamê de 2 kes mirin û 14 kes birîndar bûn. Sedema teqînê heya niha ne diyare.
Berdevkê rêvebiriya asayîşa Kabîlê Xalid Zadran ji bo çapemeniyê ragihand ku ber destê êvarê li taxa Deşti Berçi di alavekî rêwiyan de teqîn çêbûye.
Zadran ragihand ku li ser bûyerê lêkolîna wan dewam dike. Berê di heman taxê de gelek caran DEAŞê êrîşê dibir ser Hazarayên Şî’a.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin