PeyamaKurd- Şêwirmendê Serokê Dewleta Ukraynayê, bi daxuyaniyekê ragihand ku heger heye Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin û Volodimir Zelenskiy, li Endonezyayê, di Lûtkeya G20ê de werin gel hev.
Şêwirmendê Serokê Dewleta Ukraynayê Mykhailo Podolyak, daxuyaniyeke ku bala raya gişti ya cîhanê bikişîne belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku heger Vladimir Putin ji bo Lûtkeya G20ê biçe Endonezyayê, ji bo ku Volodimir Zelenskiy ligel wî biaxive, dibe ku ew jî biçe Endonezyayê.
Duh, Kremlînê pêşî lê girtibû
Duh jî li ser hegera hevdîtina rêberên herdu welatan, ji aliyê Kremlînê ve hatibû eşkerekirin ku hîn ji bo hevdîtinê, şert û merc bi cih nehatine.
Li aliyê din, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan jî piştî hevdîtina xwe ya Soçiyê dabû zanîn ku wî bi bîra Vladimir Putin xistiye ku ew wekî Tirkiye, dikarin mazûvaniya hevdîtina wî û Volodimir Zelenskiy bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin