Naveroka rêkeftina ENKS û opozîsyonê hat eskere kirin: Komîte tên avakirin

Naveroka rêkeftina ENKS û opozîsyonê hat eskere kirin: Komîte tên avakirin

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye (ENKS) û Itilaf a Niştimanî ya Opozisyona Sûriye ku tê de cî digire, li ser deverên dagirkirî, tawanên komên çekdar û guhertina demografiya wan herêmên Rojavayê Kurdistanê civiyan û li ser hejmarek xalan li hev kirin.

Nûnenê ENKSê Ebdullah Gedo di civîna ligel opozisyonê de amadehî kiriye ji K24 re naveroka rêkeftina ligel opozisyonê eşkere kir û got, Opozisyona Sûriye li dijî guherîna demografî li Rojavayê Kurdistanê yên hatine dagir kirin – Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê ye û ji bo tawanên komên çekdar jî biryara avakirina komîteyên şopandinê hatiye standin.

Li ser rêkeftina di navbera ENKS û Opozisyonê de pêk hatiye Gedo wiha axivî:

“Piştî êrîşa Tirkiye ser rojavayê Kurdistanê, bi alîkariya grûpên çekdar ên Itilafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriye, ENKS xebata xwe di nav Opozisyonê de rawestand. Heta berî 9-10 rojan vê yekê berdewam kir. Civînek di navbeyna Itilafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriye û ENKS de liser pirsgirêkên heyî encam da û rêkeftin di navbeyna her du aliyan de pêkhat. Xala Yekemîn a Rêkeftinê: Şopandina binpêkirinan, ji alî Komîteyek hevbeş a Itilaf û ENKS de,  ku li Serêkaniyê, Girêspî û Efrînê ji alî grûpên çekdar rûdayî, çêdibin e. Miletê me li van cîh an, gelek êş û tade bi destê van grûpan dît. Dizî, talan, girtin, kuştin… Miletê me bi destên wan gelek ziyan dît. Ligor Rêkeftinê yên ev ziyan gihandî milletê me, dê di encama şopandin û lêkolînan de bigihin ber destê dadgehê, ku cezayê van tawanên xwe bidin. Mafê xelkê me jî li wan vegere, ji bo dadwerî bicîh bibe. Xalek din a sereke, milletê me ku jiber dagirkeriyê û zilmê neçar bû, cîh û warên xwe bihêle û koçber bibe. Li Hesekê, li herêma Kurdistanê di rewşek dijwar a koçberiyê de bijî, ku em bikaribin wan vegerînin cîh û warên wan! Guherandina demografiyê xalek sereke ye û Itilafê helwêsta xwe bi zelalî li dijî nîşan da!”

Li ser babeta, ku ENKS û Itilaf nikare bandorê li komên çekdar bike jî nûnerê ENKSê wiha got: “Îtilaf hevalbendeke mezin a dewleta Tirkiye ye. Em dizanin, ku agahdariya dewleta Tirkiye jî, ji rêkeftinê heye, heta piştgiriya wê jî dike. Ger Komîteyên hatî damezrandin, nikaribin li Serêkaniyê, Girêspî û Efrînê pêşengiya rêkeftinê bikin û kesên tawanbar nikaribin derxin ber dadgehê, wê demê 2 rewş derdikevin pêş – tê wateya, ku: Yan Itilaf karek ne ji dil dike, Yan jî: Tiştek di destê wê de tune ye! Her tişt girêdayî dewleta Tirkiye ye! Wê demê, em nikarin vê rastiyê veşêrin û divê em helwestek din nîşan bidin! Em dê – vekirî her tiştî ji millet xwe re bêjin!”

Gedo da zanîn ku di demeke nêzîk de xebata rêkeftinê dê destpê bike û di nava vê hefteyê de serok û endamên komîteyan dê destnîşan bibin û bilez bikevin nav xebatê ku komîteyên girêdayî wan, dê li Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê bên avakirin û lêveger her dê ENKS û Itilaf be.

Gedo dawî jî got, Amerika ji proseya pêkanîna rêkeftinê agahdar e û piştgiriyê dide rêkeftina wan a bi opozîsyonê re.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin