PeyamaKurd - Hat ragihandin hêzên rejîma Îranê li Serdeşt a Rojavayê Kurdistanê şivanekî Kurd ku pezê xwe diçêrand gulebaran kirin û şivan bi giranî birîndar bû.
Li gorî zanyariyan bûyer roja Pêncşema borî rû daye û hêzên rejîma Îranê li nêzî gundê Doletû yê girêdayî Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê şivanek bi navê Azad ku pezê xwe diçêrand gulebaran kirine.
Hat diyarkirin ku şivanê Kurd di encama gulebaranê bi giranî birîndar bûye û xelkê gund ew rakirine nexweşxaneyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin