Mesrûr Barzanî: Xizmetkirina li xizmên sehîdan erkê me yê pêsî ye

Mesrûr Barzanî: Xizmetkirina li xizmên sehîdan erkê me yê pêsî ye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe qezaya Amêdiyê de, pêşwazî li dayika 2 şehîdan xatûn Misrî xan Mistefa kir.

Dayika Misrî dayika 2 şehîdên şerê rûbirûbûna terorîstên DAIŞê ye û ligel neviyekî xwe yê Pêşmerge bi navê Bêwar Ehmed ê di şerê Pirdê de birîndar bûbû pêşwazîya hatina Serokwezîr Mesrûr Barzanî kirin.

Serokwezîr Barzanî, pesnê qurbanîdan û xweragiriya kesûkarên şehîdên serbilind ên Kurdistanê da û got ku malbata wan nimûneyek ji sedan malbatên wê deverê ye ku qurbaniyên zêde ji bo gel û niştiman dane.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmetkirina kesûkarên şehîdan, bi erkekî xwe yê pêşîne dizane.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin