Li Amedê xortekî bi demançê giran birîndar bû

Li Amedê xortekî bi demançê giran birîndar bû

PeyamaKurd – Li Amedê ber destê êvarê li sanayiya otoyê ya 3em, di navbera 2 grûbên xort de pevçûn derket. Pevçûn mezin bû û xortekî  ku navê nehatiye zanîn bi demançê li grûba dinê xist.

Di lêxistina bi demançê de, xortê bi navê B.A.ji pişta xwe birîndar bû. Li ser bûyerê polîs çû ciyê bûyerê. Birîndar birin nexweşxanekî taybet ya nêz.

Polîs, demançê li ciyê karsazekî di qata duyê de dît. Jiyana birîndar di xeterê de ye. Ji bo gumanbar bigrin polîs ketiye nava hewlanan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin