Serokên her dû dewletan bi têlê axifîn

Serokên her dû dewletan bi têlê axifîn

Serokê Fransayê Emmanuel Macron û serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê bi hevre axifîn û behsa biryara agirbesa mirovî ya Sûriyê kirin.

Li gor beyana nivîskî ya ku ji serokkomariya Fransayê hat kirin; her dû serok banga bicîhanîna agirbesa bo Sûriyê kirine û divê bê bicîhanîn. Her dû serok bo bicîhanîna biryara agirbesa Neteweyên Hevgirtî bo hevakriyê li hev kirin.

Her dû serok bang li Rûsyayê kirin ku zorê bide ser Sûriyê da agirbesê bicîh bîne. Li gor rapora Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan li Sûriyê ku navenda wan Londra ye, li Xûta Rojhilat di van 11 rojên dawiyê de, ji ber êrîşa hêzên rejîmê 670 kes mirine û 2 hezar kes birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin