PHK: Dijminên me bûne yek, werin em jî bibin Yek!

PHK: Dijminên me bûne yek, werin em jî bibin Yek!

PeyamaKurd – Bi daxuyaniyekê, Platforma Hunermendên Kurdistanê bang li gele Kurd û rêxistinên siyasî yên li Kurdistanê kir û got: “Em wekî hunermendên gelê Kurd, ên ji her çar parçeyên Kurdistanê, ji hemû Kurdan re, ji hemî rêxistinên siyasî, partî û saziyên Kurdan re dibêjin: Dijminên me bûne yek, werin em jî bibin Yek!”

Platforma Hunermendên Kurdistanê di daxuyaniya xwe de bale dikşîne ser şerê Tirkiyê yê li dijî Kurdan û dibêje: “Tirkiye, doktrîn, ango felsefeya hebûna xwe li ser tunekirina gelê Kurd û hemû pêkhateyên li ser axa Kurdistanê dijîn de, dibîne! Bi plansaziyeke şerî, dorfireh û piralî, bi armanca hilweşandin û têkbirina destkeftiyên gelê Kurd û şikandina îradeya Kurdan, tevdigere.”

Herwiha Platform destnîşan dike, Tirkiye roj bi roj êrîşên bejayî û ezmanî li başûrê Kurdistanê berfireh dike û di encama wan êrîşan de bi dehan welatiyên Kurd şehîd bûne û bi dehan kes jî birîndar bûne. Herwiha eşkere dike: “Bi sedan gund û cihwarên deverên di bin êrîşê de, hatine valakirin, erd û zevî, bax û baxçeyên welatiyan, milk û malên xelkê ketine ber wêran û şewatan.”

Di daxuyaniyê de Platforma Hunermendên Kurdistanê diyar dike: ‘‘Tirkiye armanc û stratejiya şerê xwe, ji bo tunekirina gelê Kurd û destkeftiyên Kurdan pêk tîne.’’

Platforma Hunermendên Kurdistanê dide zanîn: “Di sedsala 21em de, Gelê Kurd, Neteweya Kurd, hatî ber hawîrkaneke dîrokî. Hemû êş, azar, zulm û zordarî û bê edaletiya sedsalekê li ber çavan in. Pêwîst e em fersenda hatî ber dest, bernedin. Pêwîst e qeder û vîna xwe nekin qurbaniya nakokiyên hizbî û berjewendiyên takekesî!”

Platform bang li gelê Kurdistanê dike û dibêje: “Em wekî hunermendên gelê Kurd, ên ji her çar parçeyên Kurdistanê, ji hemu Kurdan re, hemî rêxistinên siyasî, partî û saziyên Kurdan re dibêjin: Dijminên me bûne yek, werin em jî bibin Yek!”

Herwiha hatiye eşkerekirin: “Siyaseta Kurd, ango hemu partî û tevger, her wiha rewşenbîr û ronakbîr, hunermend û aqilmendên civakê, rêberên ol û bawermendiyan; her kes pêwîst e bi berpirsiyartiya xwe rabe!”

Platforma Hunermendên Kurdistanê diyar dike: “Em wekî hunermendên beşên Kurdistanê banga xwe dubare dikin; ku gelê me, civaka Kurd destwerdanê di vê rewşa siyasetê ya kembax bike, da ku siyaseta hemî hizb û partiyên me, li xwe û şêwra neteweyî vegerin. Ji hemû partî û hêzên Kurdistanî re jî em bang dikin. Ji bilî siyaseta yekîtî, yekrêzî û şêwra neteweyî, çare û derfetek din nemaye!”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin