Li Bexda kesekî nasnameya wî nediyar 7 kesî kust

Li Bexda kesekî nasnameya wî nediyar 7 kesî kust

PeyamaKurd- Li payîtexta Iraqê li Bexdayê di xwepêşandanan de kesekî nasnameya wî nediyar bi sîlihan li xwepêşandaran xist û di encamê de 7 kes mirin û gelek kes birîndar bûn.

Kuştina 7 mirovan, li nêzî ciyê ku xwepêşandan kamp dikirin çêbû. Kuştin ji aliyê yek kesekî de hat kirin û nasnameya wî diyar nîne.

Gelek caran di çapemeniya Iraqê de dihat ragihandin ku kesên nasnameyên wan nediyar dikevin nav xwepêşandêran û xwepêşandêran dikujin. Kesên heya niha hatine kuştin, tev ne bi destê hêzên asayîşa Iraqê hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin