PeyamaKurd – Di beşa goristana bêkesan a li Goristina Yenîkoyê ya girêdayî navçeya Rezan a Diyarbekirê de, komek tûpên mînaka xwînê yên di bin axê de hatibûn veşartin, hatin dîtin. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) di derbarê bûyerê de li goristanê dest bi lêkolînê kirin.
Li gor zanyariyan, hat dîtin li ser tûpan Serdozgeriya Komarê ya Êlih, Diyarbekir, Farqîn, Mîdyad û Mêrdîn hatine nivîsîn û bi dehan tûp jî, bêşikil bûne. Hin navên li ser tûpan hatin dîtin wiha ne: Alî Demîr, Ridvan Aksû, Arafat Unal, Gurbet Ergun, Osman A. Gelu (cem) Sozan, Yûsûf Îpeksat, Mehmet Zahît O., Seyîtxan Aydin, Kadîr Demîryurek, Serdar Cengîz, Bîlmez Koç, Çekdar A. Zulfu Eroglû û paşnavên Ayran û Aladag ên navên wan neyî.
Parêzera OHDê ku li goristanê lêkolîn kir Gulan Çagin Kalelî diyar kir, nêzî sed tûp dîtine û wiha got: “Hin tûp di bin axê de bûn, hin şikesti bûn. Di nava hinekan de aveke zer, di nava hinekan de jî xwîna bi kesekî hene. Nav, mînak, nimreyên ATKê yên aîdî salên 2015 û 2016an in. Me lêkolînin ewil kirin. Em ê têkildarî mijarê serî li Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê bidin.”
Herwiha, polîsên piştî agahdarkirinê hatin goristanê, mînak komkirin û gotin wê dest bi lêkolînê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin