Li Kirgizîstanê, sîn hat ragihandin

Li Kirgizîstanê, sîn hat ragihandin

PeyamaKurd- Ji Serokomariya Kirgizîstanê hat ragihandin ku ji bo 36 leşkerên xwe yên di pevçûnên bi hêzên Tacikîstanê de hatin kuştin, li seranserê welêt şîn hatiye ragihandin.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku Serokomarê Kirgizîstanê Sadır Caparov, biryarnameya şîna neteweyî destnîşan kiriye û sibê li seranserê welêt, ji ber şîna neteweyî dê di radyo û televîzyonan de bernameyên şahiyê neyên weşandin.

Hat diyarkirin ku dê li hemû saziyên dewletê jî ala heta nîvî werin daxistin.

Li aliyê din jî îro ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Kirgizîstanê ve daxuyanî hatibû dayîn û hatibû ragihandin ku îro bi saeta herêmî, saet di 10:00an de meytên 12 leşkerên din jî ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û bi vê hejmarê re mirina 36 leşkeran hatiye qeydkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin