Gelo salên 90î vegeriyan? | 'Bi 9 Skorskyan bi ser gund de girtin'

Gelo salên 90î vegeriyan? | 'Bi 9 Skorskyan bi ser gund de girtin'

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 25ê Nîsanê û 1ê Gulanê leşkeran û tîmên taybet ên artêşa Tirkiyê bi ser gundê Aşqana yê navçeya Payizavaya bajarê Wanê de girtine û li meydana gund kom kirine.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ku bi gundiyan re axivî ne, leşkeran di hefteyekê de du caran bi ser gundê Aşqana de girtine, hemû qûtên gundiyan şewitandine, li meydana gund ew kom kirine û her cure heqaret û tundî li dijî wan bikar anîne.

Li gorî nûçeyê roja 25ê Nîsanê 9 helîkoptêrên Skorsky bi ser gund de girtine û bi saetan li malan lêgerîne kirine û piştî lêgerînê jî kesê bi navê Abdurrahman Dîk bi hinceta alîkariya PKKê kiriye hatiye binçavkirin û piştî şeveke mayîna li qereqola nêzî gund hatiye berdan.

Hat diyarkirkirin ku heman rojê şêniyên gund li meydana gund hatine komkirin û piştî operasyana çend saetan, leşkeran dest danîne ser hin telefonên welatiyan û erzaqên wan jî avêtine meydana gund.

Herwiha li gor saloxên gundiyan, leşkeran ew erzaqên gundiyan ên li meydanê kom kiribûn jî wekî “Kelûpelên di stargehên PKKê de hatine bidestxistin” servîsî medyaya Tirkiyê kirine.

Li gorî nûçeyê gundî dibêjin, dema operasyonê arvan, şekir, savar, kartol, texte û hemû eşyayên wan hatine şewitandin û wekî yên PKKê dan nîşandan û şewitandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin