Balafira ku 107 kes tê de bûn bi ser bajêr de ket...

Balafira ku 107 kes tê de bûn bi ser bajêr de ket...

PeyamaKurd – Balafireke Rêhewaya Pakistanê li bajarê Karaçiyê bi ser bajêr de ket ku li gorî zanyariyan hemû rêwîyên tê de can dane.

Balafira rêwiyan a sefera Lahor-Karaçiyê dikir ji ber sedemeke hîn nehatiye diyarkirin, tevî 99 rêwî û 8 karmendên balafirê bi ser bajêr de ket û li nav xelkê tirseke mezin çêkir.

Hat ragihandin ku tîmên hawarçûnê gihîştiye cihê bûyerê, lê derbarê ziyanên giştî yên canî û madî de hîn agahiyên zelal nehatine belavkirin. 

Berpirsên Pakistanê hîn daxuyaniyeke fermî derbarê bûyerê de nedane.

Li ser medya civakî vîdyo û dîmenên piştî ketina balafirê hatin belavkirin ku dûkêleke zêde li ser bajêr bilind dibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin