PeyamaKurd – Hukumeta demkî ya Afxanistanê ragihand ku Pakistan ji hewa û bejayiyê de êrîş biriye ser bajarên Host û Kûnarê. Ragihandin li ser navê hukumatê ji aliyê berdevkê rêvebiriya asayîşa bajarê Hostê ji aliyê Mustagfer Gurbuz de hat kirin.
Gurbuz got ku hêzên hewayî yên Pakistanê li bajarê Hostê li navça Spîre êrîşên hewayî biriye ser 4 gundan. Di êrîşê de hinek kes hatine kuştin û gund nêzî sînorê Pakistanê ne. Şahidên bûyerê ragihandine ku jimara miriyan di ser 15 kesan de ye.
Berdevkê parêzgeha Kûnarê Karî Nacibullah Hanif jî ragihandiye ku leşkerên Pakistanê ji bejayiyê de êrîşê gundê Gerneyê kirine ku li ser navça Şaltan ya bi ser bajarê Kûnarê de ye. Hanîf ragihand ku ji bo li deverê lêpirsînê bikin heyetekî şandine deverê.
Wezareta karên derve ya Afxanistanê gazî seronsulê Kabîlê yê Pakistanê kirine da agahiyan bide wezaretê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin