“Barûyên bêdengiyê” û Zerdestî

“Barûyên bêdengiyê” û Zerdestî

PeyamaKurd- We gelek caran di derbarê Zerdeştiyan de tiştnan bihîstiye lê we bi xwe wan nediye an bi wan re nejiyane. Zerdeştî xwediyê çandeka qedîmin û îro jî hinek ji wê çanda xwe dewam didin kirin. Lê hinek tişt ji çanda wan hene ku niha terka wan kirine.

Piraniya Zerdeştiyên Îranê li bajarê Yezdê ku bajarekî li rojavayê Îranê dikeve, dijîn. Bajarekî qedîm û hemû adet û çanda ku ji Zerdeştiya mane li wê derê dewam dike lê tenê dev ji yek tiştê xwe berdane: Bikaranîna “barûyên bêdengiyê”.

Ola Zerdeştî bingeha wê diçe heya 2 hezar û 650 sal berê. Di wan deman de heya 70 an 80 sal berê jî dema yek ji wan dimir, mirî datanîn ser darbestê û dibirin ser barûyeka bêdengiyê. Barûya bêdengiyê li serê çiyayeka bilind an li ser grekî bilind weka keleyeka biçûk dihat avakirin. Tenê du kes dikarin darbestê bibin heya serê barûyê.

Cenaze datanîn ser rasta barûyê û her du kes dihatin jêr. Cenaze ji aliyê teyr û tirûdan de dihat perçekirin û weleyên bedena wî/wê ber bi jor de dibirin. Di vir de 2 tişt dihatin gotin. Yek ji wan ew e ku wesleyên bedena kîjan miriyî ber bi jor de ji aliyê teyr û tirûdan de bêhtir bibirina, ew kes li cem Xwedê bêhtir meqbûl diha dîtin. Ya duyê ew e ku Zerdeştî dibêjin ax pîroze lê mirov gunehkarin. Nabe ku mirov bixin bin axê da ax neherime.

Bi nivîsê re hun dîmenek ji barûya bêdengiyê ya li bajarê Yezdê dibînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin