Xortê ji bo xwe hînik bike ket avê û fetisî

Xortê ji bo xwe hînik bike ket avê û fetisî

PeyamaKurd – Li Dêrsimê li navça Nazimiyê li gundê Guyukyurdê li mezra  Serdeniyê xortê bi navê Ali Kargal (21) tevî avjeniyê nizanibû ji bo xwe hînik bike ket ava  Pulumurê û di avê de fetisî.

Hevalên Alî Kargal ferq kirin ku avjeniyê nizane û Kargal ket ber pêlên avê. Xeberê dan AFAD,112, tîmên Îtfaiyê yên Dêrsimê û ji navça Pulumurê cendirme, polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Tîmên pêwendîdar karibûn xwe bigihînin cesedê Kargal û ji bo otopsiyê cenazê wî birin nexweşxana dewletê ya Dêrsimê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin