Ukrayna: Putin, wekî dizekî li nav axa me geriya

Ukrayna: Putin, wekî dizekî li nav axa me geriya

PeyamaKurd- Wezareta Berevaniya Ukraynayê, di derbarê serdana ji nişke ve ya Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin a ji bo bajarê Mariupola Ukraynayê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Putin, wekî dizan di tariya şevê de ket Mariupola Ukraynayê.”

Di daxuyaniya wezaretê de li ser serdana Vladimir Putin hat gotin ku "Putin di tariya şevê de li Mariupola Ukraynayê wekî dizek geriya.”

Hat diyarkirin ku Putin ji tarîtiya hewayê sûdê werdigire û tenê tiştên ku dixwaze nîşanî cîhanê dide û wiha hat gotin:

"Bajarê ku artêşa wê bi temamî wêran kiriye û hinek niştecihên wê yên sax mane, dûrî çavan dike.”

Rusyayê, piştî şer û pevçûnên dijwar di gulana sala borî de Mariupol girtibû û Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê li Ewropayê (OSCE) bombebarana Rusyayê ya nexweşxaneya jidayikbûnê li Mariupolê wekî sûcê şer bi nav kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin