Esad, sîstema parastina hewayî li bakûrê Sûriyê daniye

Esad, sîstema parastina hewayî li bakûrê Sûriyê daniye

Tam di dema ku operasyona ser Efrînê dewam dike, Sûriyê ragihand ku ew li bakûrê Sûriyê sîstema parastina hewayî danîne.

Li gor ajansa Reutersê ku çavkanî fermandarekî artêşa Sûriyê nîşan dide, Sûriye li deverên Îdlîb û Helebê sîstema parastina hewayî û fuzeyên balafiran bicîh kiriye. Sîstema hewayî Kurdistana Sûriyê jî dixe nava xwe.

Rêjîma Sûriyê berê jî ragihandibû ku êrîşên hewayî werin ser wan ew amade ne ku xwe biparêzin.Her balafira bikeve nava seha wan dê wê bixînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin