PeyamaKurd- Ji aliye rayedarên NATOyê ve hat diyarkirin ku herdu welat û Tirkiye li ser nirxa demdirêj a "Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî" ya ku ji bo pêvajoya endamtiya Swêd û Finlandiyayê ji bo tifaqê hatiye çêkirin, li hev kiriye.
Hat diyarkirin ku civîna "Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî" ku di çarçoveya Peymana Sêalî ya di navbera Tirkiye, Swêd û Finlandiyayê de hat avakirin, li baregeha NATO ya li Brukselê hat lidarxistin.
Di daxuyaniya NATOyê de hat diyarkirin ku di civîna ku bi serokatiya Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg hat kirin de rayedarên hersê welatan cara sêyemîn hatin cem hev.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got, "Finlanda û Swêd ji bo fikarên ewlekariyên yên rewa yên Tirkiyeyê çareser bikin gavên nedîtî havêtin. Niha dema wê hatiye ku hemû hevpeyman pêvajoya erêkirinê bi dawî bikin û beriya Civîna Bilind a NATOyê ya li Vilniusê Finlandiya û Swêdê wekî endamên tam ên hevpeymaniyê pêşwazî bikin."
Bi rêya daxuyaniyê hat ragihandin ku rayedarên Tirkiye, Swêd û Finlandiyayê, gavên berbiçav ên ji bo pêkanîna Peymana Sêalî hatine havêtin û hat gotin ku
“Wekî ku di memorandumê de li hev hat kirin, qedexeyên hinardeya çekan hatin rakirin, di têkoşîna li dijî terorê de hevkarî hat zêdekirin. Swêd, PKK jî di nav de yasaya xwe ya li dijî terorê tundtir dike."
Her wiha hat destnîşankirin ku aliyan pêşwaziya pêşketinên bi dest ketine kirine û ev daxuyanî hatin dayîn:
"Aliyan li hev kirin ku biryara vexwendina Finlandiya û Swêdê ji bo bibin endamên NATOyê dîrokî ye. Aliyan li hev kirin ku bi lez erêkirina Finlandiya û Swêdê dê di berjewendiya her kesî de be û endamtiya wan dê tifaqê xurtir bike. Tirkiye, Finlandiya û Swêdê, li ser Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî ya li ser nirxên demdirêj li hev kir û di vê formatê de li ser berdewamiya hevkariyê û li ser ku beriya Lûtkeya Vilniusê car din li hev bicivin, lihevkirin çêbûye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin