Rusya: Dibe ku di meha bê de civîn çêbibe

Rusya: Dibe ku di meha bê de civîn çêbibe

PeyamaKurd- Li ser geşedanên li ser xeta Enqere û Şamê ku di demên dawî de xebatên asayîkirinê berdewam dikin, ji aliyê Rusyayê ve daxuyaniyeke balkêş hat dayîn.

Rageşiya di navbera Enqere û Şamê de ku ev zêdetirî deh sal in berdewam dike, di hefteyên dawî de bi hatina gavên nû û ravekirinên ji bo asayîbûnê re ket qonaxeke din.

Piştî şertê Serokê Dewleta Suriyeyê Beşar Esad gotibû "Bila leşkerên Tirk ji Suriyeyê vekişin" ku bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan re hevdîtinê bike, çavên hemûyan li herêmê ye.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Mikhail Bogdanov diyar kir ku dibe ku di demeke nêz de hevdîtinek di navbera her çar welatan de çêbibe.

Bogdanov di daxuyaniya xwe ya ku bi ajansa RIAyê ya Rusî re parve kir de got ku "Dibe ku her çar welat di destpêka meha nîsanê de li Moskowê ji bo şêwirê bicivin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin