PeyamaKurd – Washîngtonê ku bertekên tund nîşanî desteserkirina peyamnêrê Amerîkî yê Moskowê yê Wall Street Journal (WSJ) Evan Gershkovich bi tohmeta sîxuriyê li Rûsyayê da, bangeke nû li welatiyên xwe yên li vî welatî kir û ji wan xwest ku tavilê Rûsyayê biterikînin.
Rêvebirê Ragihandinê yê Qesra Spî John Kirby got, hebûna Amerîkiyan li Rûsyayê cihê nîgeraniyeke kûr e.
Kirby diyar kir, ew ji binçavkirina Gershkovîç û îdiayên derbarê wî de matmayî mane û got, tu hişyarî û îşareta ku Rûsya wê li dijî rojnamegeran operasyoneke berfireh bike, negirtine.
Kirby destnîşan kir, hîn zû ye ku meriv tiştekî bêje.
Amerîkayê berê hişyarî dabû welatiyên xwe ku neçin Rûsyayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin