PeyamaKurd – 11emîn Kongreya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê, ku 800 bijîşk û pisporên herêmî û navneteweyî beşdar dibin, bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê dest pê kir.
Hewlêr mazûvaniya 11emîn Kongreya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê dike, ku îro, roja Pêncşemê, 5ê Sibata 2026an, bi beşdariya Serok Barzanî dest pê kir.
Tê payîn ku Serok Barzanî di kongreyê de gotarekê pêşkêş bike.
Di vê çalakiya berfireh a du rojan de wê li ser pêşketin û nûjeniyên bijîşkî yên herî dawî di warê tenduristiyê de nîqaş werin kirin, di heman demê de wê nîqaşên zanistî li ser kontrolkirin û dermankirina nexweşiyên hevpar werin kirin.