Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Îmaratê re civiya

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Îmaratê re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 5ê Sibata 2026an li Dubaiyê, bi Mihemed Gergawî, Serokê Lûtkeya Hikûmetên Cîhanê û Wezîrê Karûbarên Kabîneya Îmaratê re hevdîtinek pêk anî.

Mesrûr Barzanî ji bo serkeftina vê lûtkeya navneteweyî pîrozbahî li Gergawî kir û spasiya piştgiriya herdemî ya Îmaratê nîşan da.

Barzanî destnîşan kir ku ezmûna Îmaratê di warên aborî û rêveberiyê de wek “mînakek pêşketî û pêşverû” ye.

Ji aliyê xwe ve, Mihemed Gergawî tekezî li ser berdewamiya hevkariyan kir û ragihand ku piştgiriya welatê wî ya ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di hemû waran de berdewam bike. Her du aliyan giranî dan ser cîbicîkirina “peymana têgihîştinê” ya di navbera Hewlêr û Dubaiyê de, ku tê payîn di demeke nêz de bikeve meriyetê.