Wezîrê Derve yê Fransayê wê serdana Hewlêrê bike

Dîroka Weşanê :
Wezîrê Derve yê Fransayê wê serdana Hewlêrê bike

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot ji bo nîqaşkirina rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê û rewşa welatiyên Fransî yên ku li kêleka DAIŞê şer dikin, dest bi gera dîplomatîk a Rojhilata Navîn dike. Tê payîn ku Barrot di çarçoveya vê gerê de serdana Sûriye, Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Fransayê Pascal Confavreux diyar kir, "Wezîrê Derve Jean-Noel Barrot îro dest bi gera xwe ya herêmî dike. Rawestgeha wî ya yekem Şam e, ku ew ê li wir bi Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî re bicive da ku rêkeftina dawî ya di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de nîqaş bike."

Li gorî Confavreux, piştî hevdîtinên xwe yên li Şamê, Barrot wê biçe Bexdayê da ku bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî û Wezîrê Derve Fuad Husên re bicive.

Armanca sereke ya serdanê ew e ku bi hikûmeta federal re li ser xurtkirina bêtir aramiya herêmê û berdewamiya şerê li dijî DAIŞê bi hev re bixebitin.

Confavreux herwiha destnîşan kir ku mijareke din a girîng a rojevê ya hevdîtinên li Bexdayê wê rewşa welatiyên Fransî yên girêdayî DAIŞê be ku vê dawiyê ji Sûriyeyê bo girtîgehên Iraqê hatine veguhastin.

Piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê, Wezîrê Derve yê Fransayê wê biçe Hewlêrê û li wir wê bi rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Berê, Jean-Noel Barrot, di şîrovekirina vê serdanê de gotibû, "Fransa, digel hevkarên xwe, wê li ser pêkanîna peymana dawî ya di navbera HSDê û hikûmeta Şamê de biaxive. Piştî zêdebûna aloziyên li Sûriyeyê, Parîsê di hemû astan de hewl da ku pêşî li zêdebûna bûyeran bigire û parastina mafên siyasî û ewlehiyê yên Kurdan li welêt misoger bike."