Bakırhan: Di pêvajoya aştiyê de rast nîne tayîna qeyyûman bikin

Dîroka Weşanê :
Bakırhan: Di pêvajoya aştiyê de rast nîne tayîna qeyyûman bikin

PeyamaKurd – Serokê giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan, li ber derê şaredariya mezin ya Diyarbekirê ji bo rojnmevanan ragihand ku rast nîne dewlet di vê pêvajoya aştiyê de qeyyûman tayîn bikin.

Bakırhan got ku ew 13 şaredarên ku ji ser karên wan girtine, divê wan paşde dagerînin ser karên wan. Bakırhan got:

“Bi salaye di rêvebiriya şaredariyan de em xwediyê tecrubane û me gelek projeyan yên bi têgeha demaokratîk, zelal û tevlîbûna xelkê pêk aniye. Di vê dewra ku em behsa civaka demokratik û pêvajoya aştiyê dikin, rast nîne ku dewlet behsa tayînkirina qeyyûman bikin. Pêwiste 13 şaredarên me dagerin ser karên xwe.

Bo dagerandina şaredaran ya ser karên wan, ne hewceye ku qanûnan derxin. Di vê meha Remezanê de, di vê pêvajoyê de dikarin bi rihetî vêya bikin. Wê şaredarî xizmeta xwe dewam bikin û em ê bi hevre xizmetên baş bibînin. Ev pêvajo di heman wextê de, di pevajoya aştiyê de, wê rê li ber rêvebiriyên cîh vekin. Di şertên baştir de wê xizmetên baştir pêk werin.”

Di wexta daxwuyaniya serokê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan de, şaredara Amedê ya bajarê mezin Ayşe Serra Bucak Küçük, parlementer û endamên partiyê hebûn.