PeyamaKurd – Rêvebirê Konseya KCKê Cemil Bayık bo ANFê ragihand ku zemîna mana rejîma Îranê nemaye. Bayık got ku li Rojhilata Navîn mêzên nûh hatine danîn, bûye meydana şer û di navenda pêvajoyê de Kurdistan heye.
Bayık got ku DYA û Îsraîl tehdîdên wan li ser Îranê ketine pêvajeyekî nûh, ewilî wekîlên Îrane yên li Rojhilata Navîn kirin hedef û paşî raste rast rejîma Îranê kirin hedefa xwe. Bayık weha dewam kir:
“Rejîma heyî ya Îranê di hedefa Îsraîlê û DYA de ye. Ewilî wekîlên Îranê yên di Rojhilata Navîn de kirin hedef û wan qels kirin û niha raste rast Îranê kirin hedefa xwe. Rejîma Îranê êdî nikare rejîma heyî dewam bike, wê rejîm ya têk here an jî hilweşe. Eger ji kokê guherîn nebe, ev encam mecbûriye.”
Bayık got ku mudaxeleya di derve ya bo Îranê wê arîşeyên nav Îranê kûr bike, raperînên dawiyê yên xelkê rejîmê qels kiriye û tevî mudaxeleya Îranê dijwar jî bû, rejîm xwurt nebû.
Bayık ragihand ku eger rejîm biguhire wê di Îranê de li ser otonomiya xwecîh, sîstemekî demokratîk mecbûren ava bibe.
Ji aliyê Îranê de Iraq seha bêhnvedanêye ku Îsraîl û DYA dikin ku nikaribe destekê bide Îranê. Bi vê aramancê Haşdî Şabiyê dixin hedefa xwe, di wexta desthilata Sûdanî de, hinek gavan avêtin lê ev têr nake. Bayık got eger li Iraqê li hevkirin nebe, wê mêzêna hêzan ji nûh de biguhire, îstîqrara Iraqê her wext dikare bişkê û mudaxeleyê nûh ya li ser Iraqê bikeve rojevê.
Bayık behsa rûdanên li Sûriyê kir û got guherîna rejîma Baasê bi mudaxeleya DYA, Îngîltere, Tirkiyê û Îsraîlê çêbû û plana wan meşiya. HTŞê di pêvajoyê de xistin nav tevgerê û mudaxelaya Îsraîlê ya li ser Sûriyê di çarçove vê planê de kirin.
Êrîşên li Rojava ne tenê êrîşên leşkerî lê civaka demokratik kirine hedefa xwe. Sîstema otonom ji aliyê hêzên navdewletî û herêmê de weka tehdîd hatine qebûlkirin. Bayık got aramanca wan tesfîya sîstemêye ku ji aliyê Kurd, Ereb, Suryan, Ermenî û Turkmenan de hatiye avakirin…Bayık got:
“Neçareseriya mesela Kurd dê bibe sedema baqaya Tirkiyê. Eger Tirkiye xwe neguhêre, li ser bingeha têgeha demokrasiya netewî, li ser biratiya Kurd-Tirk sîstema demokratik ava neke, wê daîma di nav krîzê de be…Li Tirkiye erka qeymeqaman û waliyan ji ya şaredaran yên ku xelk wan bijartiye zêdetir e….”