PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di hevpeyvîneke taybet bi kanala "Sky News Arabia" re behsa guhertinên siyasî yên Iraq û herêmê û li ser posta serokomariya Iraqê jî got, PDK wekî partiya herî mezin a Iraqê, mafê wê yê rewa ye ku namzedê Serokomariyê destnîşan bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bal kişand ser alozî û pêşhatên nû yên Rojhilata Navîn û nêrîna Herêma Kurdistanê ya ji bo îstiqrara navçeyê û tekez kir, parastina serweriya Iraqê xaleke sereke ye û got: "Gelê Iraqê di hilbijartinan de dengê xwe da, lewma divê hilbijartina Serokê Parlamentoyê û Serokwezîr bibe neynika daxwazên rastîn ên xelkê. Divê hemû alî rêzê li serweriya welat bigirin."
Herwiha Mesrûr Barzanî da zanîn ku pêwendiyên Iraqê yên ligel Amerîka û welatên navneteweyî ji bo aramiyê girîng in.
Derbarê avakirina hikûmeta nû û dabeşkirina postan de, Serokwezîr Barzanî diyar kir ku ew rêzê li sîstema siyasî ya Iraqê digirin û wiha pê de çû: "Hilbijartina Serokwezîr di stûyê birayên Şîe de ye û em rêzê li biryar û namzedê wan digirin. Posta Serokê Parlamentoyê pişka Sunneyan e û posta Serokkomariyê jî pişka Kurdan e. Serokkomar her çiqas Kurd be jî, dibe serokê hemû Iraqê."
Mesrûr Barzanî bal kişand ser serkeftina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinan de û ragihand, PDK bi bidestxistina zêdetirî mîlyonek û 200 hezar dengî, bûye partiya herî mezin li seranserê Iraqê. Herwiha got: "Zêdetirî nîvê niştecîhên Herêma Kurdistanê dengê xwe dane PDKê. Ger em li gorî lojîka Şîe û Sunneyan tevbigerin ku namzedên postan diyar dikin, hingê mafê PDKê ye ku namzedê Serokkomariyê destnîşan bike."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî da xuyakirin ku PDK dixwaze berjewendiyên giştî yên gelê Kurd biparêze û hewl dide ligel aliyên din li ser namzedekî hevbeş li hev bikin. Mesrûr Barzanî wekî rêçareyekê jî got: "Ji bo vê yekê em neçar in pêvajoyeke demokratîk, dadperwer û wekhev bi kar bînin; ew jî bi rêya hilbijartina namzedekî di nava Parlamentoya Kurdistanê de ye."