Amerîka: Me li Îranê xelaya dolar çêkir

Dîroka Weşanê :
Amerîka: Me li Îranê xelaya dolar çêkir

PeyamaKurd – Wezîrê xezînê yê DYAyê Scott Bessent diyar kir ku li ser aboriya Îranê, dorpêça fînansê danîne. Wezîr got ku di encama xelaya dolar ya bi zanîn de, di 28.12. 2025an de li Tehranê protesto despêkirin û li temamê Îranê balav bûn.

Stratejiya wezîr Bessent kir ku Îran nikaribû enflasyonê kontrol bike û xelkê bixin kolanan da li ser desthilatê zorê deynin.

Wezîr Bessent ragihand ku li Îranê bi zanîn xelaya dolar çêkirine. Bessent di panelekî li Washingtonê de stratejiya Amerîka ya li ser Îranê ragihand. Bessent got:

“Me li Îranê dolar nehişt. Bi vê stratejiyê, me ki ku nikaribûn enflasyonê kontrol bikin. Xelkê Îranê daket kolanan.”

Bi vê plana Amerîkayê, xelkê çarşiya mezin yê Tehranê li ser daketina bihayê perê Îranê li hemberê dolar, kir ku esnaf dukkanên xwe girtin û derketin kolanan. Dolar ket bazara reş, bihayê eşyayên xidayan derket sê qatê wê rojê.

Çalakî li bajarên Tebriz, Esfehan û Meşhedê belav bûn. Li Kurdistan, Belûcistan û Sîstanê ji xwe arîşeya dijberiya netewî heye û ew her wext amadene li hemberê Tehranê bikevin nav çalakiyan.

Weqfa xazî û şehîdan ya li ser bingeha rêjeyên Tiba edlî  ya Îranê; di 21.01.2026an de ragihandibû ku di çalakiyan de 3.117 kes mirine ku 2.427 kesên ji wan yên grûbên çekdarin lê bo 690 kesan ti agahî nedabûn.