PeyamaKurd- Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, piştî danûstandinên li Umanê yên nerasterast li Umanê diyar kir ku danûstandinên bi Amerîkayê re gaveke ber bi pêş ve ne û got, “Nêzîkatiya me ya di mijara nukleerê de dispêre mafên zelal ên di Peymana Qedexekirina Çekên Nukleerî (NPT) de. Mileta Îranê her tim bi rêzê bersiva rêzê daye lê zimanê zorê qebûl nake.”
Pizîşkiyan li ser hesabê xwe yê Xê ragihand, “Danûstandinên Îran û Amerîkayê yên ku bi hewldanên hikûmetên dost ên li herêmê pêk hatin gaveke ber bi pêş ve ne.”
Pizîşkiyan diyar kir, ji bo çareserkirina nakokiyan bi awayekî aştiyane stratejiya bingehîn a Tehranê her tim diyalog e.
Li aliyê din Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî ku serokatiya şandeya Îranê li Umanê kiribû got ku ew di bernameya nukleerî de paşde gav navêjin û wê meyandina uranyumê dewam bike.
Hêjayî gotinê ye, Amerîka ger şertên wan neyên qebûlkirin amadekariya êrîşeke berfireh li ser Îranê dike.