PeyamaKurd- Hate ragihandin ku karwaneke hêzên Amerîkî yên ji bi dehan barhilgir û zirpoşan pêk dihak ji bingeha Şedadê derketin.
Li gorî ragihandina SOHRê, 80 barhilgir û 8 zirpoş ji bingeha Amerîkî ya li Şedadê derketin û berê xwe dan xaka Iraqê.
Hêjyaî bibîrxistinê ye, beriya 2 rojan jî hatibû ragihandin ku karweneke hêzên Amerîkî ji bingha Şedadê ya başûrê gundewarê Hesekê vekişiyaye.
Heta niha hêzên Amerîkî tu zanyarî derbarê vekişandin yan dubare balavbûna li deverê belav nekirine.