Ji Mesrûr Barzanî peyama serxweşiyê bo Pêşmergeyê şoreşên Îlon û Gulanê

Dîroka Weşanê :
Ji Mesrûr Barzanî peyama serxweşiyê bo Pêşmergeyê şoreşên Îlon û Gulanê

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê 8ê Sibatê peyameke serxweşîyê ji bo kesûkar û malbata kesayeta welatparêz û Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulanê Hesen Mihemed Bawerkî belav kir.

Mesrûr Barzanî got, “Serxweşiyê li malbat û hevalên xwedê jê razî, kesayeta welatparêz û Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulanê Hesen Mihemed Bawerkî dikim û şirîkê xema wan im.”

Serokwezîr Barzanî ji Xwedayê mezin xwest ku ruhê wî bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide kesûkar û hevalên wî.