PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, serlêdana ji bo dersên bijarde yên Kurdî (Kurmancî-Kirmanckî/Zazakî) dest pê kiriye û heta 20ê Sibatê didome.
Rêvebiriya Giştî ya Perwerdeya Bingehîn a Wezareta Perwerdeya Tirkiyeyê 5ê Sibata 2026an ji dibistanan re nivîsek şandiye ku ji rêvebirên dibistanan hatiye xwestin heta 20ê Sibatê daxwazên malbatan ên ji bo dersên bijarde yên polên 5-6-7 û 8an wergirin.
Hatiye diyarkirin ku divê encam li ser sîstema elektronîk bên tomarkirin da ku li gorî daxwazê pirtûkên pêwîst bên amadekirin.
Di nivîsa fermî de hatiye ragihandin ku di tabloya dersên bijarde de dersên Kurmancî, Zazakî (Kirmanckî), Lazî, Gurcî û yên din jî cih digirin.
Herwiha hatiye xwestin ku divê di vê mijarê de zanyarî bi xwendekar û malbatan re werin parvekirin.
Ji bo ku li dibistanan di asta polên 5-6-7 û 8an de dersên bijarde yên Kurmancî û Kirmanckî bên vekirin, divê herî kêm 10 xwendekar daxwaza dersan bikin.
Heke li dibistanekê hejmara xwendekarên ku dersê hildibijêrin ji 10an kêmtir be polên dersên Kurmancî û Kirmanckî nayên vekirin.