Netanyahû diçe Washingtonê: Mijar Îran e

Dîroka Weşanê :
Netanyahû diçe Washingtonê: Mijar Îran e

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, ji bo ku bi Serokê Amerîka Donald Trump re bicive, dê seredaneke fermî bo Washingtonê pêk bîne. 

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê, ev hevdîtin dê roja Çarşemê 11ê Sibatê, li Washingtonê pêk were.

Mijara sereke ya di navbera her du serokan de, muzakereyên di navbera DYA û Îranê de ne. 

Netanyahû bawer dike ku divê her peymaneke bi Îranê re bibe xwedî van şertan:

 * Sînordarkirina fuzeyên balîstîk: Divê bernameya fuzeyan a Îranê were kontrolkirin.

 * Rawestandina piştgiriyê: Divê Îran piştgiriya xwe ya ji bo komên çekdar ên milîsan bi dawî bike.