PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) ragihand ku rewşa mirovî li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, bi awayekî xeter xirab bûye, herwiha ew bajar êdî nikare wê pêla mezin a koçberan wergire, ji ber vê yekê jî dabînkirina pêdivîyên bingehîn ên welatiyan û koçberan nêzîk e bi tevahî nemînin û hişyariya karesateke tenduristî û mirovî da.
SOHRê li ser zarê çavkaniyên xwecihî û şahidan belav kir ku, bi hezaran aware li Kobaniyê di şert û mercên dijwar de dijîn, ji ber kêmbûna xwarinê, ava vexwarinê ya paqij û dermanan dinalin, belavbûna nexweşiyan bi rengekî berçav zêde bûye, nexasim jî di nav zarokan de, ji ber nebûna şîrê zarokan û pêdiviyên bijîşkî yên bingehîn.
Xelkê Kobaniyê û koçber xwe dispêrin ava bîran, ji ber nebûna çavkaniyên ava paqij, zanyarên bijîşkî û meydanî balê dikişînin ser pîsbûna van avan ji ber tevlîhevbûna wan bi ava avrêyan ku bûye sedema jehrînbûna girseyî.
Karmendên bijîşkî dibêjin ku, Nexweşxaneya Giştî ya Kobaniyê her roj pêşwaziya zêdetirî 500 bûyerên jehrînbûnê dike ku piraniya wan zarok û jin in. Ev kes tûşî verêşîn, zikçûn û êşa zik bûne. Çavkaniyên tenduristiyê hişyariyê didin ku, berdewambûna li ser bikaranîna vê ava pîs dê rewşa tenduristiyê ji kontrolê derxe.
SOHRê da zanîn, piraniya nexweşxane û navendên tenduristiyê li Kobaniyê ji kar ketine. Nemana sotemaniyê ji bo xebitandina jeneratoran jî pirsgirêkeka din e, ku bandoreke rasterast li ser odeya operasyonan û parên çavdêriya giran kiriye û bûye sedema rawestandina gelek xizmetên bijîşkî.
Herwiha dezgehên tenduristiyê ji ber nebûna dermanên sereke û pêdiviyên bijîşkî dinalin, wekî madeyên bêhişkirinê û antîbiyotîkan, ku ev yek jî bûye sedem ku karmendên bijîşkî gelek operasyonan paş bixin an jî hilweşînin, ku jiyana nexweşan, nexasim jî yên ku nexweşiyên demdirêj hene, dixe xeterê.
SOHRê hişyarî da ku, rawestiyana firinan li Kobaniyê dê bibe sedema krîzeke giran a ewlehiya xwarinê.
Hêjayî gotinê ye, Kobanî rûbirûyî pêleke mezin a koçberan bûye, bi gihîştina bi dehan hezar koçberên zêdetirî 200 gundan di demeke kurt de, ji bilî koçberan kampa Tel Samenê û bi hezaran malbatan ji bajarên Tebqa û Reqayê hatine bajêr. Vê pêla mezin zexteke zêde xistiye ser jêrxaneya bajar û xizmetkariyên bingehîn ên wekî av, elektrîk, tenduristî û perwerdeyê.