Bira, bi sedema peran bi demançê birayê dinê kuşt

Dîroka Weşanê :
Bira, bi sedema peran bi demançê birayê dinê kuşt

PeyamaKurd – Li bajarê Aksarayê du bira li ser pera û mesela arazî munaqeşe kirin, bira, birayê xwe yê biçûk bi demançê kuşt û hêzên asayîşê kujer girtin.

Li bajarê Aksarayê Şammaz Yalvaç (74) bi sedema deynê pere û arazî, bi birayê xwe yê bi navê Zeki Yalvaç (58) re munaqeşe kir, di encamê de bi demançê li serê wî û singa wî xist û ew kuşt.

Rûdan seet di 17.00an de çêbû. Dema tîmên tenduristiyê û polîs çûn ciyê bûyerê, birîndar Zeki Yalvaç birin nexweşxana Aksarayê ya perwerdê û lêkolînê. Zeki Yalvaç li nexweşxanê can da.

Polîs kujerê bira bi tevî demança wî girtin û birin baregeha asayîşê.