Dezgeha Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Rojavayê Kurdistanê vedike

Dîroka Weşanê :
Dezgeha Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Rojavayê Kurdistanê vedike

PeyamaKurd – Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed, di kongreyeke rojnamevanî de ragihand ku ji bo gihandina xizmetên baştir û rasterast, ew ê di demeke nêz de “ofîsa xwe ya fermî li Rojavayê Kurdistanê” vekin.

Ehmed destnîşan kir ku ev biryar bi raspardeya Serokê Bordê yê Dezgehê, Mesrûr Barzanî, daku xebat bi şêwazekî profesyoneltir bi rê ve biçin, hatiye girtin.

Mûsa Ehmed amara dawî ya alîkariyên li Rojavayê Kurdistanê par ve kirin û diyar kir ku heta niha wan zêdetirî “5 hezar lître mazot” belav kirine û zêdetirî “5 hezar û 500 kesan” jî dermankirina bijîşkî wergirtine.

Her wiha hat ragihandin ku Dezgehê ji bilî karmendên xwe, “655 derfetên kar” ji bo xelkê herêmê peyda kirine. Ehmed tekezî li ser felsefeya alîkariyê ya Serok Barzanî kir û got:

Peyama me ew e ku ev xizmetên em pêşkêş dikin ne xêr in û ne jî minet in; ev erkeke li ser milê me ye ji bo xizmetkirina xwişk û birayên me.”