PeyamaKurd- Hate ragihadin ku şanda Encûmena Niştimaniya Kurd (ENKS) îro 3yê Sibatê li Şamê bi Serokomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera re civiya.
Hate ragihadin ku di civîna li Koşka Gel a li Şama paytexta Sûriyeyê pêk hat de, ji ENKSê Sekreterê Giştî Mihemed Îsmaîl, endamên desteyê Silêman Oso, Feysel Yûsif, Nîmet Dawûd û Fesla Yûsifê amadehî kirin.
Piştî civînê Serokomariya Sûriyeyê ragihand ku Ehmed Şera di civînê de tekezî li ser pêbendbûna Sûriyeyê ya ji bo misogerkirina mafên Kurdan kiriye ku ev maf "di çarçoveya destûrê de" werin parastin.
Şanda ENKSê jî di civînê de "Biryarnameya Serokatiyê ya Hejmar 13" bi erênî pêşwazî kir û biryarname wekî "gaveke girîng a ji bo bihêzkirina mafan û parastina taybetmendiya çandî û civakî" nirxand.
Hêjayî gotinê ye, Ehmed Şera 16ê Çileyê Biryarnameya Hejmar 13 îmze kiribû ku tê de hatibû gotin, “Encamên serjimêriya sala 1962yan a Hisîçayê hatin betalkirin û mafê welatîbûnê ji bo Kurdên bênasname (Ecanîb û Mektûme) hat vegerandin.
Zimanê Kurdî wekî "zimanê niştimanî" hat naskirin.
Cejna Newrozê li seranserî Sûriyeyê wekî betlaneya fermî hat ragihandin.”