Hikûmeta Kurdistanê bertek nîşanî Bexdayê da: Em destwerdana serjimêriyê qebûl nakin

Dîroka Weşanê :
Hikûmeta Kurdistanê bertek nîşanî Bexdayê da: Em destwerdana serjimêriyê qebûl nakin

PeyamaKurd- Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê piştî civîna xwe ya îro 11ê Sibatê ku bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya daxuyaniyek belav kir. Encûmenê ragihand, li gorî encamên fermî yên serjimêriya Iraqê, rêjeya niştecihên Herêma Kurdistanê ji sedî 14,1 e lê Wezareta Plandanînê ya Federal destkarî li rêjeyê kiriye.

Encûmena Wezîran bertek nîşanî hikûmeta Iraqê da ku dixwaze rêjeya fermî ya nerast ji bo para budçeya Herêma Kurdistanê bike bingeh.

Di civînê de, Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd raporeke hûrgilî li ser serjimêriya giştî ya niştecihan pêşkêş kir ku Çiriya Paşîn a 2024an hatibû kirin.

Li gorî raporê û encamên fermî, rêjeya niştecihên Herêma Kurdistanê (ji bilî navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê) wekî ji sedî 14,1 hatiye destnîşankirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe derbirî ku "Wezareta Plandanînê ya Federal, berevajî peyman û biryarên Lijneya Wezîran a Îraqê, reftar bi encamên serjimêriyê re kiriye û destkarî li rêjeyê kiriye."

‘Em destkariyê qebûl nakin’

Encûmena  Wezîran tekez kir "Em destkariya li rêjeya niştecihên Herêma Kurdistanê qebûl nakin û ji bo rastkirina xeletiyan dê gavên pêwîst biavêjin."

Herwiha daxwaz ji Serokomarî û fraksiyonên Kurdistanî hat kirin ku "Rê nedin destkarî li encaman were kirin û nabe bê qebûlkirin ku rêjeya niştecihan ji sedî 14,1 kêmtir be."

Yekxistina îmtiyazên girtiyên siyasî

Mijareke din a civînê taybet bû bi yekxistina mafên darayî yên girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li gel hevtayên wan ên li Îraqê.

Lijneya Wezîran piştgirî da gavên Wezareta Kar û Barên Şehîdan da ku girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî, bi liberçavgirtina taybetmendiyên destûrî yên Herêma Kurdistanê, ji heman îmtiyazên girtiyên Îraqê sûdê wergirin.

Ji bo wê mebestê, Wezareta Karû Barên Şehîdan hat erkdarkirin ku li gel Dezgeha Girtiyên Siyasî ya Îraqê berdewamiyê bide gotûbêjan da ku mekanîzmayekê ji bo xerciyên şayîsteyan ji aliyê Bexdayê ve bibînin ku li gorî Madeya 132yan a Destûrê erka hikûmeta federal e.