HSD: Komên ser bi Şamê ve agirbest binpê kirin û êrîşî derdora Kobaniyê kirin

Dîroka Weşanê :
HSD: Komên ser bi Şamê ve agirbest binpê kirin û êrîşî derdora Kobaniyê kirin

PeyamaKurd – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku komên çekdar ên dilsozê hikûmeta Şamê, îro 26ê Rêbendana 2026an, agirbesta nû binpê kirine.

Li gorî daxuyaniyê, serê sibê saet di 02:00an de êrîşeke berfireh û piralî li ser bajarokên Xerabeşk û Çelebiye yên li başûrê rojhilatê Kobaniyê hatiye destpêkirin.

HSDyê eşkere kir ku êrîş bi piştgiriya tank, wesayîtên zirxî û topbarana giran li ser deverên sivîlan pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şer bi taybetî li navçeya Çelebiyeyê dijwar e û her wiha li esmanê herêmê liv û tevgera balafirên bêmirov (SÎHA) yên artêşa Tirkiyeyê jî tê dîtin. HSDyê ev êrîş wekî "binpêkirineke eşkere ya agirbestê" pênase kir û bang li welatên garantor kir da ku ji bo rawestandina van êrîşan bikevin tevgerê.