Salih Muslim: Têkiliya me ya rasterast bi Şamê re nîn e; HTŞ ji çeteyên bêkontrol pêk tê

Dîroka Weşanê :
Salih Muslim: Têkiliya me ya rasterast bi Şamê re nîn e; HTŞ ji çeteyên bêkontrol pêk tê

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê PYDyê û Endamê Desteya Hevserokatiya PYDyî Salih Muslim, derbarê rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê daxuyanî  dan.

Muslim eşkere kir ku heta niha bi "rejîma demkî ya Şamê" re tu peywendiyeke rasterast nehatiye danîn.

Wî destnîşan kir ku tevî înîsiyatîfa nûnerê Amerîkayê Tom Barrack berdewam dike, lê ji ber polîtîkayên navendperest ên Şamê, hîn encameke zelal derneketiye holê.

Muslim di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser metirsiya komên çekdar û HTŞyê wekî "çeteyên bêkontrol" pênase kir.

Muslim bi bîr xist ku HTŞ ne avahiyeke yekgirtî ye, lê ji 13 komên cîhadîst ên cuda pêk tê ku her yek li gorî "emîrê" xwe tevdigere.

Hevserokê berê yê PYDyê diyar kir ku ev avahiya parçebûyî xetereyeke mezin e û destnîşan kir ku sîstemên ku hîn jî ji diyalogê zêdetir baweriyê bi çekdaran tînin, ku ev yek nîşan dide hevkêşeya leşkerî hîn li pêşiya dîplomasiyê ye.