PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dê li Pîrmam civîneke bilind li dar bixin.
Şandeyên bilind ên PDK û YNK wê roja Çarşemê, 11ê Sibata 2026an (îro) li Pîrmamê bicivin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şandeyên her du partiyan wê di vê civînê de li ser Serokatiya Iraqê nîqaş bikin.
Berê, endama Komîteya Navendî ya PDKê Eşwak Caf ji K24 re diyar kir ku şandeyeke bilind a YNK, bi serokatiya Bafil Talabanî, wê li Pîrmamê bi şandeyeke bilind a PDKê re bicive.