Keziyên keçên Kurd bûn sembola rûmetê û tirsa dijminan

Dîroka Weşanê :
Keziyên keçên Kurd bûn sembola rûmetê û tirsa dijminan

PeyamaKurd- Berteka li dijî jêkirina keziya şervaneke Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê çekdarên hikûmeta Şamê ve li seranserê Kurdistanê û diyasporayê berdewam dikin.

Keçên Kurd bi hunandina keziyên hevdu li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê bertek nîşanî çeteyên êrîşkar dan.

Herwiha li ser medya civakî jî keçên Kurd keziyên bi alên Kurdistanê û rengên Kurdî xemilandî belav kirin û diyar kirin ku keçên Kurd ji dijminan natirsin û ew dê bergiriya welatê xwe bikin.

Li aliyekê xwepêşandanên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin li aliyekî jî gelek kesan  bi hastagên keziyên rûmetê xwedî li keçên Kurd derketin û nalet ji êrîşkarên tirsonek anîn.